Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Minbicê bi semînerekê sedemên zêdebûna xwekuştinê û çawaniya rêlibergirtina wê nîqaş kir.
Semîner bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û rewşenbîrên kantonê hat lidarxistin.
Di semînerê de sedemên xwekuştinê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Her wiha çawaniya rêlibergirtina xwekuştinê û avakirina civakeke tendurist jî bû mijara nîqaşê.
Di semînerê de tekezî li ser xurtkirina têkilî û hevgirtina civakî hate kirin, da ku rê li pêşiya xwekuştinê bê girtin.
Semîner bi nîqaş û pêşniyaran bi dawî bû.
YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN A KANTONA MINBICÊ SEMÎNEREK LI DAR XIST
