XWENDEKARÊN PEYMANGEHA BILIND A RAGIHANDINÊ PROJEYÊN DERÇÛNÊ PÊŞKÊŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Peymangeha Bilind a Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava projeyên derçûnê yên xwendekaran nîqaş kirin.

Bi dehan xwendekar, mamosteyên zanîngehê û malbatên derçûyan li hola zanîngeha Rojava di pêşkêşkirina projeyên derçûnê de amade bûn.

Di destpêkê de, axaftin ji aliyê mamosteyên Peymangeha Bilind a Ragihandinê ve hate kirin û bixêrhatina haziran hate kirin.

Piştre xwendekar derketin ser dikê û projeyên xwe pêşkêş kirin.

Mijarên projeyên xwendekaran jî ji bo bipêşxistina asta ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Peymangeha Bilind a Ragihandinê di sala 2020’an de li Qamişlo hate avakirin û heta niha 2 komên xwendekaran jê der çûne.

Share This Article