JI BO PARASTINA JIYANA SIVÎLAN LI QAMIŞLO KON HATINE VEDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo parastina jiyana sivîlan di demên erdhejê de, Rêveberiya Xweser bi hevkariya hevya Sor a Kurd li seranserî herêmê kon vedane.

Armanca vedana konan ew e ku di demên erdhejê de, sivîl berê xwe bidin wan deverên destnîşankirî û jiyana wan parastî bimîne.

Li bajarê Qamişlo jî Rêveberiya herêma Cizîrê bi hemahengiya li gel Heyva Sor a Kurd, ji şeva derbasbûyî ve li lîstikgeha 12’ê adarê kon vedane.

Bi sedan şêniyên bajêr şeva derbasbûyî, dema xwe li bin konan derbas kirin.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurd jî tekez dikin ku ew ji bo rûbirûbûna her rewşeke awarte amade ne û ew li gorî derfetên xwe, pêdiviyên xelkê dabîn dikin.

Share This Article