Bi boneya salvegera 6’mîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, li bajarê Reqayê “Festîvala Aştiyê ya Hevrîn” hate lidarxistin.
Festîvalê bi beşdariya Nûnerên Rêveberiya Xweser, meclisên leşkerî, siyasî û sivîl, endamên rêxistinên jinan û ciwanan dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevizyonek der barê jiyan û têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef hat pêşandan.
Piştre, hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kewser Doko, dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa, hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qereman û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn axivîn û behsa lehengiya şehîn Hevrîn kirin û soza domandina têkoşînê nû kirin.
Her di çalakiyê de Şêx Murşid Maşûq Xiznewî hate xelatkitrin.
di dawiyê de Samir El-Şemerî helbest gotin.
