LI KOBANÊ BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ SEMÎNEREK HAT LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Kongra Star a Kobanê bi boneya 4’ê Nîsanê (Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan) semînerek organize kir.

Semîner di bin sernavê “4’ê Nîsanê vejîna azadiya jin û gelan e” hat li darxistinda.

Semîner li hola navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk hat.

Di semîner de rol û misyona jinan di dîrokê de û pradîgmaya neteweya demokratîk hatin şîrove kirin.

Beşdarên semînerê diyar kirin ku divê jin tu carî dest ji xeta berxwedan û têkoşînê bernede û destkeftiyên xwe biparêzin.

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

Share This Article