LI HESEKÊ KARMENDÊN TENDURISTIYÊ JI BO MÛÇEYÊN WAN XWEPÊŞANDAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hesekê, bi dehan hemşîre û karmendên tenduristiyê yên ku di çarçoveya Wezareta Tenduristiyê de kar dikin, ji ber nedayîna mûçeyên wan xwepêşandanek li ber avahiya parêzgariyê ya Hesekê li dar xistin

Karmendên tenduristiyê diyar kirin ku piştî entegrebûna wan di nav Wezareta Tenduristiyê de, 4 meh e ku mûçeyên wan nehatine dayîn.

Karmend daxwaz kirin ku mafê wan yê mûçeyê were dayîn û rewşa wan a aborî were çareserkirin.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi xwepêşanderan re civiya û daxwaz û gilîyên wan guhdar kir.

Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew ê mijara mûçeyên nedayî yên karmendên tenduristiyê bişopîne û hewl bide ku mûçeyên wan heta dawiya vê mehê werin dayîn.

Share This Article