Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk a Amûdê beşdarên meşa Koln a Almaniya silav kirin û destnîşan kirin ku divê pergala êşkence û qirkirnê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û azadiya rêber APO bê bidestxistin
Her weha endaman banga lidarxistina çalakiyên bi vî rengî kirin.
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO de, duh meş û mitîngeke girseyî li bajarê Kolnê yê Almanyayê hate lidarxistin.
Bi dehhezaran ciwan û welatparêzên Kurd û enternasyonal tevlî meşa mezin bûn û bi yekdengî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO qêriyan.
Li ser vê yekê, Rojava TV bi endamên Partiya Yekitiya Demokratîk a Amûdê re hevdîtin pêk anî û nêrînên wan yên der barê pergala êşkenceyê û çalakiyên ji bo bidawîkirina vê pergalê, berhev kirin.
Endamên PYD ên jin jî, diyar kirin ku Rêber Apo nirxek mezin da jinê û hêza wê ya rast da nasîn, lewma ew ê heya dawî ji bo azadiya wî têbikoşin.
Rêber APO di hevdîtina xwe ya dawî ya bi biraziyê xwe re; anî ziman ku tecrîda li ser wî hê jî didome:
Ji ber vê yekê çalakgeran, bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku dest ji çalakiya xwe bernedin û heta nefesa dawî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin.
