XWENDEKARÊN HERÊMÊ BI COŞEKE MEZIN DEST BI SALA XWENDINÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kamereya Rojava TV destpêkirina sala xwendinê ya nû li dibistanên bajarên Qamişlo û Amûdê şopand.
Şandeke Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê jî serdana dibistanên bajarê Qamişlo kir û sala xwendinê ya nû li xwendekaran pîroz kir.

Bi boneya destpêkirina sala xwendinê ya 2024-2025’an şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê serdana hejmarek ji dibistanên bajarê Qamişloyê kir.

Şandeyê di serdana xwe de sala nû ya xwendinê li mamoste û xwendekaran pîroz kir. Her wiha rewşa dibistanan û kerta perwerdeyê ji nêzîk ve şopand.

Xwendekarên bajarê Qamişlo diyar kirin ku, ew bi xwendina zimanê Kurdî serbilind û geşbîn in.

Ev der jî dibistanên bajarê Amûdê ye, xwendekaran bi coşeke mezin pêşwazî li xwendinê kirin.

Beriya vekirina dibistanan, mamosteyan amadekariyên xwe bi dawî kirin û bi dilgerî xwendekarên xwe pêşwazî kirin.

Xwendekarên Amûdê weha hestên xwe anîn ser ziman.

Îsal li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 900 hezar xwendekar di dibistanên Rêveberiya Xweser de dixwînin.

Share This Article