Welatiyên Kantona Minbicê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser kantonê şermezar dikin û dibêjin dewleta tirk dixwaze gelê herêmê koçber bike, lê ew ê tu carî dev axa xwe bernedin.
Dweleta tirk a dagirker bi armanca têkbirina aramî û ewlahiya herêmê; êrîşên xwe yên bê ser û ber li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê didomîne.
Kantona minbicê yek ji deverên herî zêde ku bi êrîşên dagirkeriyê re rû bi rû dimîne.
Welatiyên Kantona Minbicê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser kantonê şermezar dikin û dibêjin dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze tevlîheviyê li herêmê çêbike.
Her wiha Welatiyan da zanîn ku, dewleta tirk dixwaze gelê herêmê koçber bike, lê ew ê tu carî dev axa xwe bernedin.
Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve dewleta Tirk a dagirker her car bi rêbaz û planên cuda êrîş dike û dixwaze projeya Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyan digire nava xwe têk bibe.
