MECLIS Û SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL SERDANA MALBATÊN ŞEHÎD Û DÎLGIRTIYAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya cejina remezanê, meclis û saziyên civaka sivîl serdana malbatên şehîdan û dîlgirtiyan kirin û kêliyên kêfxweşiyê bi wan re parve kirin.

Ev sê rojin ku meclis û saziyên civaka sivîl serdana malbatên esîran dikin, li tevahî bajar serdan pêk hatin.

Îro, koma ku ji endamên meclis û saziyên civaka sivîl pêk tê, berê xwe da taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo û Cejna Remezanê û Newroz li malbetan pîroz kir.

Di serdanê de, şehîdên ku di oxira parastina axê de canê xwe dane hatin bibîranîn û berxwedaniya dîlgirtiyan di zindanên nûkeriyê de bi rêzdarî hate silavkirin.

Share This Article