XELKÊN KOLANA IBN SÎNA YA BAJARÊ QAMIŞLO KAMPANIYEKE PAQIJIYÊ LI DAR XISTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Xelkên Kolana Ibn Sîna ya bajarê Qamişlo, bi hevkariya Şaredariya Gel, kampanyek ji bo paqijkirin û xemilandina kolana xwe dest pê kirin

Xelkên kolanê gotin: Karê paqijiyê ne tenê erka şaredariyê ye. Divê em bi hev re, tax û deverên xwe paqij bigrin.

Di bin dirûşmeya “Bi hev re ji bo kolanek paqij û bedewtir ” û ji bo tekezkirina hevgirtina civakî ya di nava gel de, xelkên Kolana Ibn Sîna ya bajarê Qamişlo, bi hevkariya Şaredariya Gel, kampaniyek ji bo paqijkirin û xemilandina kolana xwe dest pê kirin.

Di kampaniyaya bi dilxwazî ​​​​de, xebatên ronîkirina kolanan, dagirtina çalan, sererastkirina peyarêyan û çandina 100 darên ji cureyên cûrbecûr hene.

Di vê çarçoveyê de, Welatiyê ji kolana Ibn Sîna Enes Melkî derbarê kampaniyayê axivî û got, paqijiya bajêr erka her kesî ye.

Armanc ji destpêkirina vê kampanyayê pêşxistina hişmendiya civakî di nav mirovan de ye

Armanca duyemîn ew e ku em ji xwe re rûberek paqij peyda bikin û heta radeyekê bayê qirêj a ku ji jeneratoran derdikeve kêm bikin.

Em dibînin ku şînatî li devera me kêm e, ji ber wê ji her deverê bêtir em hewceyî oksîjenê ne.

Dema ku me dest pê kir xelkên taxê ji sedî 70 tevlî me bûn, lê piştî destpêkirina kampaniyê, beşdarbûn gihêt 100 %.

Karê paqijiyê li ser milê şaredariyê bi tenê têrê nake. Divê em bi hev re, tax û deverên xwe xweşiktir û paqijtir bikin.

Hêdî hêdî em dikarin weke welatên din, pêşketî û berpirsyar bin.Her weha Rêvebera Beşa Baxçeyan a bajarê Qamişlo, Ciwana Misewer li ser vê kampaniyê nirxandin kir û ew wekî nîşana hişyariya mezin di nav xelkê de bi nav kir.

Rola Şaredariya Gel di kampanyayê de, şandina karkeran û hin alavên pêwîst ji bo temamkirin û serkeftina vê kampaniyê ye.

Şaredariyê tekez kir ku beşdarbûn wêneyek geş a hevkarî û hişmendiya avaker nîşan dide.

Share This Article