Meclîsa jinên Sûriyê îro semînerek li ser girîngiya çêkirina têsta penceşêra sîngê ya jinan li Helebê li dar xist.
Semîner bi beşdariya jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê li navenda Meclîsa jinên Sûriyê ya li taxa Eşrefiyê ji aliyê Dr. Silava Elo ve hat dayîn.
Di semînerê de Dr. Silava Elo şêweyê çêkirina têstê ji jinan re şîrove kir û tekez kir ku divê hemû jin çêkirina têstan dewam bikin.
