Hiqûqnas Ciwan Îso bertek nîşanî sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka sûriyê da û got, divê zext li Tirkiyê bê kirin ku ji xaka sûriyê vekşe, ji ber ku tenê diyaloga sûrî-sûrî çareseriya kirîza sûriyê ye.
Dewleta tirk a dagirker sûc, binpêkirin û siyaseta dagirkirin û guhertina damografiya sûriyê didomîne.
Dagirkeriya tirk bi hemû rê û rêbazên ne exlaqî zagonên cîhanê bin pê dike û sûcên şer li ser sivîlan pêk tîne.
Hiqûqnas Ciwan Îso bertek nîşanî siyasetên tirkiyê yên li dijî xaka sûriyê da û got, dewleta Tirk bêyî ku hesab jê were xwastin her roj sûcan pêk tîne.
Ciwan Îso di beşeke din a nirxandên xwe de got ,divê tirkiyê ji sûriyê vekşe ji ber ku tenê dîaloga sûrî-sûrî çareseriya aloziya sûriyê ye.
Dewleta Tirk a dagirker her roj li herêmên dagirkirî sûcên guhertina demografîk, girtin û kuştin welatiyan her wiha desteserkirina milkên wan didomîne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi balafirên xwe yên bê mirov û topan sivîlan dike hedef.
