Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxistin.
Şêniyan diyar kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiyê fîzîkî ya rêber Apo her dem li kolanan bin û di nava çalakiyan de bin.
Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an ve li girtîgeha Îmralî tê ragirtin, Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo, di bin diruşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” meşek bi rêxistin kir.
Bi hezaran şêniyê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê tevlî meşê bûn.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo û pankartên ” Bijî berxwedana Îmralî”, ” Bê Serok Jiyan nabe” hatin hildan.
Meş ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdên Qamişloyê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin û hate gotin ku bi banga aştî û civaka Demokratîk a Rêber Apo dê aştî li cîhanê tevahî belav bibe.
Her wiha axêveran diyar kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiyê fîzîkî ya rêber Apo her dem li kolanan bin û di nava çalakiyan de bin.
Mîtîng bi berzkirina sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.
