MALA ZER.. HAWÎRDOREKE SAXLEM JI BO MEZINKIRINA ZAROKAN

Rojava Tv
1 Min Read

Projeya “Mala Gula Zer” yek ji wan projeyan e ku armanca wê afirandina hawîrdorek saxlem ji bo mezinkirina zarokan li ser bingeha evîn û hevgirtina civakî ye.

Kamîreya Rojava TV serdana cihê kir û ji bo me raporek taybet li ser malê û atmosfera li wir amade kir.

Mala Gula Zer ku li bajarê Qamişlo ji aliyê du jinan ve hatiye vekirin, êdî bûye ciheke pêşwaziya zarokan û weke qadeke bihinvedanê ji wan re tê dîtin.

Mala Gula Zer ji zêdetirî 20 rojan deriyê xwe li hember zarokan vekiriye û zarokan li ser rêgezên exlaq, şêwazê baş û rihê hevaltiyê perwerde dike.

Rêvebera navendê giringiya vê gavê bi lêv kir û diyar ku ev kêfxweşî bi hatina zarokan bo navendê temam dibe.

Dayikek ji wan dayikên ku zarokên xwe tên navendê, got ku ew pir kêfxweş e ku malên bi vî awayî tên vekirin, ji bo zarokan û piştgriya wan.

Weke Mala Gula Zer bi dehan malên ku pêşwaziya zarokan dikin hatin vekirin. Armanca wan malan ew e ku zarokan perwerdeya exlaqî bistînin û fêrî hezkirin û hevgirtina civakî bibin.

Share This Article