LI QAMIŞLO KONÊ SERSAXIYÊ JI BO 7 ŞEHÎDAN HAT VEDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê ji 7 şehîdan re li gel Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo veda.
Merasîma sersaxiyê bi beşdariya bi sedan welatiyên kantona cizîrê, malbatên şehîdan û endamên saziyên rêveberiya xweser hate lidarxistin.
Merasîm bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre axaftin li ser navên meclîsa malbatên şehîdan, hêzên leşkerî, PYD’ê û Kongra Star hatin kirin.
axêveran soza şopandina riya şehîdan dan û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Di dawiya merasîman de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Share This Article