Nexweşên Telasîmya yên di nexweşxaneya Onkolojî, Telasemî û Şewatê de dimînin, amadekariya pêşengehek karên destan dikin.
Rêveberên beşê Onkolojî, Telasemî û Şewatê “Ehmed Hacî” ji Rojava Tv re diyar kir ku dê ev pêşengeh di 20’ê Mijdarê de, li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo were vekirin.
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo dermankirina nexweşên Onkolojî, Telasemiya û şewatê, di sala 2023’yan de nexweşxaneyek taybet ji aliyê Hevya Sor a Kurd ve, li bajarê Qamişlo hate vekirin.
Nexweşên Telasîmya ku di wê nexweşxaneyê de dimînin, xwastin ku xemgîniyê li ser rûyê xwe bavêjin û bi rêya vekirina pêşengeheke karên destan derkevin pêşberî civakê.
Rêveberê beşa Onkolojî, Telasemî û şewatê ya Heyva Sor a Kurd “Ehmed Hacî” ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku dê peşengeh di 20’ê Mijarê de li parka Azadî were vekirin.
Ehmed Hacî anî ziman ku ji ber tu rêxistinên mirovî bi nexweşên beşê Onkolojî, Telasemî û Şewatê re alîkar nabin, me xwest ku gelê me bi xwe bi wan re alîkar bin.
Nexweşxane Onkolojî, Telasemî û Şewatê li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê yekem nexweşxane di vî warî de ye û ev beş bi rengekî temamî kar û xebatê pêşkêşî nexweşan dikin.
