Ji bo nîqaşkirina rewşa Rojavayê kurdistanê û avakirina Sûriya nû, her wiha yekrêziya navmala Kurdî li Sûryê nûnerên partiyên Kurdistanî panêlek li paytexta Nerwêcê Oslo lidarxistin.
panêl bi amadebûna bi dehan nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, kesayetên serbixwe û nûnerê Rêveveriya xweser yê li Ewrûpayê Şiyar Elî hate lidarxistin.
di panelê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî sivîlên herêmê, ji nû ve avakirina sazûmaniya Sûriya nû û hewildanên yekkirina navmala Kurdî li Sûriyê hatin nîqaşkirin..
ji aliyê xwe ve beşdarên panêlê piştgirî dan hewildanên yekkirina helwesta Kurdî, her wiha piştgirî dan berxwedana şervanên QSD’ê û YPJ’ê li dijî êrşên dagiurkeriya Tirk.
