XELKÊ KOBANÊ HEVKARIYA PDK’Ê BI TIRKIYÊ RE ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkê bajarê Kobanê, xiyaneta PDK’ê bi gelê kurd û hêzên gerîla şermezar kirin û ev yek wek nîşana şermê di dîroka kurdan de bi nav kirin.
Xelkê Kobanê gotin: Xiyaneta mala Berzanî wê wêraniyê ji başûrê Kurdistanê re bîne.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkarî û hêsankariyên PDK’ê êrîşên xwe yên dagirkeriyê li dijî başûrê kurdistanê zêde kiriye.

PDK’ê rê ji dagirkeriyê re vedike ku tevî wesayetên zirxî derbasî nava xaka başûr bibe û kontrola herêmên ku derbasbûnê radestî tirkiyê dike.

xiyaneta PDK’ê bi gelê kurd û axa kurdistanê re jî rastî nerazîbûna kurdên herçar aliyên Kurdistan û cîhanê tê.

Di vê derbarê de xelkên bajarê Kobanê xiyaneta Berzanî ya li hember gelê Kurd û hêzên Gerîla şermezar kirin û gotin PDK’ê xiyaneteke dîrokî dike.

xelkên Kobanê destnîşan kirin ku Partiya Demokrata Kurdistanê çiqasî vê xiyanetê bidomîne û destekê bide dagirkeriya dewleta Tirk, ew ê nikaribin vîna gelên azad bişkînin.

Ronahîkirina kela Hewlêrê bi ala Tirkiyê, pêşwzkirina hêzên Erdogan û vekirina rê li ber wan, nîşaneyên ku hewceyî şirovekirinê nîn in, da ku xiyaneta malbata Barzanî ya li hember Kurdan bi giştî eşkere bibe.

Share This Article