Rêveberên saziyên li bajarê Reqayê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku dewleta Tirk kriyarên ne yasayî pêk tîne.
Her wiha rêveberan bang li civaka navdewletî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û tecrîdê bişkînin.
Ev 21 meh in dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir kiriye û nahêle ku parêzer û malbat hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin.
Ev kiryarên Tirkiyê li seranserî Kurdistan û cîhanê rastî karvedanan tên û daxwazên rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bilindtir dibin.
Endamê encumena yekîtiya rewşenbîrên reqayê, Reid El- Fadil dibêje tecrîda li dijî Ocalan, tecrîdeke ne yasayî ye.
Ji hêla xwe ve hevserokê yekîtiya kedkarên reqayê Zahir El- Ebdullah jî da zanîn ku Ocalan fikra bi hev re jiyanê belav kir.
Parêzerên Rêber Ocalan ji bo pêkanîna hevdîtinê her hefteyê du caran serlêdana aliyên peywendîdar dikin, lê daxwazên wan her dem bêbersiv dimînin.
