Têkildarî rola ciwanan di Şoreşa 19 ê Tîrmehê de,Ciwanên Reqayê anîn ziman ku ciwanan ji şoreşê re pêşengtî kirin .
Ciwanan tekez kirin ku ew ê ji bo avakirina civakeke demokratîk û polîtîk kar û xebatên xwe bidomînin .
Ciwan yek ji stûnên bingehîn ên Avakirina Civakê ne,ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve Ciwan xwedî roleke pêşeng in .
Ciwanên herêmê ji bo hişyarkirin û birêxistinkirina civakê, bi roleke girîng dilîzin .
Rêveberê Ciwanên Reqayê Mezlûm Hemo rola ciwanan a di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de nirxand û got: Ciwanan ji şoreşê re pêengtî kirin .
Her wiha endama Yekîtiya Jinên Ciwan Buşra El-Ehmed jî got ku ciwanan bi kar û xebatên xwe hişmendiya çandî û netewî di nava gelê Reqayê de belav kirin .
di Demekê de ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kirin û pêşengên şoreşê dike hedef, li aliyê din jî şerê taybet li dijî ciwanên herêmê tê meşandin lê ciwanên herêmê li hember tevahî pilana têdikoşin .
