Şêniyên Minbicê jî bi vê boneyê meşek li dar xistin û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.
Meşê ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û li çerxerêya El- Mesib veguherî mitîngê.
Meşvanan bê navber dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî û bimre koletî berz kirin.
Di mitîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin, heta ku jin azad nebe, ti carî civak û welat azad nabin.
Meş bi dirûşmeya bijî wekhevî û azadî bi dawî bû.
ŞÊNIYÊN MINBICÊ BI MEŞEKÊ TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ŞERMEZAR KIRIN
