Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê bi dirûşmeya “Bi hevgirtin û Yekitiya Sûriyeyiyan em ê aştî û demokrasiyê pêk bînin” salvegera damezirandina xwe ya 7’an pîroz kir.
Şahî bi amadebûna partiyên siyasî, meclîsa malbatên şehîdan, konger star û MSD’ê li taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û salvegera damezirandina partiyê li tevahî Sûriyan hate pîrozkirin.
Piştre sinivizyonek li ser damezirandina partiyê, plansaziyên wê û jiyana Şehîd Hevrîn Xelef hate pêşandan.
Her wiha partiyên siyasî jî peyamên pîrozbahiyê ji Partiya Sûriya Pêşerojê re şandin.
Şahî bi pêşkêşkirina berhemên hunerî û gerandina govendan bi dawî bû.
