Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a kantona Firatê ji bo derçûna 65 Zarokên baxçeyan şahiyekê li dar xist.
Şahî bi diruşmeya ” Min destê xwe da destên zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan, azadî bi wan dest Pê dike û bi wan diqede ” hat li dar xistin.
Bi dehan endamên Desteyê, zarok û malbatên zarokan tevlî şahiyê bûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û derçûna her 65 zarokan hat pîrozkirin.
Piştre zarokan govend gerandin û bawername li wan hat belavkirin.
