KONGRA STAR JI BO NIRXANDINA REWŞA SÛRIYÊ KOMXEBATEK LI KOBANÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
4 Min Read

Hevdîtina jinên herêma Firatê yên Kurd û Ereb ku bi armanca maf û hebûna jinan di pêşeroja Sûriyeyê de bê misogerkirin, bi beşdariya 2 hezar jinên li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Di hevdîtinê de jinan diyar kir ku ew ê pêşeroja xwe di sûriyeyê de diyar û misoger bikin.

Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê di bin dirûşma ‘Bi vîna jina azad em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin’ komxebateke berfireh a civata jinên Kurd û Ereb li ser asta herêma Firatê li dar xist.

Komxebat ji bo nirxandina rewşa Sûriyeyê, entegersyona jinan a di nava pêşeroja Sûriyeyê de , parastina destkeftiyên xwe bi riya siyasî û hiqûqî her wiha pejirandina vîna jina azad hat li darxistin.

Di komxebatê de zêdeyî 2 hezar jinên Kurd û Ereb ên Kobanê, Eyn Îsa, Sirîn, Çelebî û Şêxlerê her wiha nûnerên sazî û rêxistinên jinan, (YPJ), dayîkên aştiyê û şehîdan li navçeya Şêranê beşdar bûn.

Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, gelek axaftin hatin kirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed got: bi saya têkoşîna demdirêj e ku niha mêr jinan weke rêheval dibînin lewre avakirina Sûriyeyê bi vê hişmendiyê girîng. Di Sûriyeya nû de divê vîna jinan û tevlîbûna wan di pêngava avakirinê de pir bi xurtî hebe.

Berdevka Dayîkên Aştiyê û Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî di axaftina xwe de got, “Kombûna jinan gelek bi wate û girîng e. Sîstema Hevseroktî ya ku projeya Rêber Apo ye dixwazin binpê bikin, careke din jinan biçewisînin lê dîrok û mîrateya jinan a di vî warî de tê nasîn û kes nikare înkar bike.

Li ser navê YPJ’ê Canda Rojda jî, axivî û got: “Em ê hebûna xwe bi riya têkoşîna jinên Kurd û yên ji pêkhateyên cuda biparêzin. Jixwe erka me parastina wan destkeftî û hebûnan e, em ê her dem parastina ax, nasname û dîroka jinan bikin.

Piştî axaftinan komxebat bi encamnameyê bi dawî bû, ji wan:

* Em ê heta azadkirina Rêber Apo ji girtîgeha Îmraliyê di hemû şêweyên siyasî û rêxistinî de xebat û têkoşînê bidomînin.

* Pêwîstiya beşdarbûna jinan di hemû sazî û dezgehên biryardayînê de û bidestxistina wekheviya zayendî ya rastîn heye.

* Divê der barê reformên qanûnî de ku girîngiya wan ne kêmtir e, pergala dadweriyê qanûnên hişk derxe ku zewaca zarokan û pirzewaciyê qedexe bike û tundiya navmalî, îdarî û aborî sûcdar bike û jinan biparêze.

* Em bang dikin ku piştgirî bidin projeyên piçûk ên jinan, ji bo bidestxistina xweseriyê. Her wiha mafê wan ê perwerde û zanînê bikeve bin temînatê.

* Divê zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî di nava pêkhatina herêmê de were parastin.

* Divê YPJ’ê bi fermî weke artêşeke ku civakê diparêze û ji bo hemû jinên cîhanê dibe serbilindî were dîtin.

* Em ji bo Sûriyeya demokratîk dixwazin destûreke ku rola jinan biparêze û di avakirina dewletê de pozîsyoneke bingehîn bide wan, were nivîsandin.

* Komîteya Dayîkên Aştiyê were avakirin.

Hevdîtina jinan bi berzkirina dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.

Share This Article