Li Reqayê bi boneya sala nû, diyarî pêşkêşî zarokên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê hatin kirin.
Bi boneya sala nû, Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê diyarî dan zarokên malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê.
Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn li 24 wargehên ku koçberên ji Efrîn-Şehbayê lê bi cih bûne, geriyan û diyariyên sersalê pêşkêşî zarokan kirin.
Berpirsên çalakiya belavkirina diyariyan, diyar kirin ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku bi boneya sala nû dilê zarokên ku bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve koçber bûne, xweş bikin.
TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN DIYARÎ LI ZAROKÊN KOÇBER ÊN EFRÎN- ŞEHBAYÊ BELAV KIR
