Şêx û Rûspiyên Kantona Reqayê êrîşên hikûmeta şamê û çeteyên dîfa el wetenî yên li dijî dêra zorê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD’ê re ragihandin.
Şêx û rûsipyan tekez kirin ku dê serkeftin para QSD’ê be.
Çend roj in hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên “Dîfa El Wetenî” bi hovîtî êrîşî kantona Dêra Zorê dikin û komkujiyan derheqê sivîlan de pêk tînin.
Li hember hovîtiya Hikumeta Şamê, Şêx û Rûspiyên Kantona Reqayê piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan û gotin, heta dawiyê ew ê mil bi mil bi QSD’ê re bin.
Her wiha Şêx û Rûspiyan berxwedana QSD’ê ya li hember êrîş û planên li dijî herêmê silav kirin û tekez kirin ku dê serkeftin para QSD’ê be.
Li dijî êrîşên hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên “Dîfa El Wetenî” ên li ser Dêra zorê, êl û qebîleyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êrîşê bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe bi QSD’ê re tekez dikin.
