TEV-DEM’Ê PÊŞENGTIYA JIN DI AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK DE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM îro bi sernavê” bi pêşengtiya jin em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin” komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.

Hejmarek ji rewşenbîr û xebatkarên jin ên di saziyên rêveberiya xweser de beşdar bûn.

Mijarên wekî, Federalîzma Demokratîk û Rola Jinan, rewşa Jin piştî hatina hikûmeteke veguhêz a sûriyê û Jin di Sûriyeke Demokratîk a Nû de hatin nirxandin û nîqaşkirin.

komxebat bi encamnameyekê bi dawî bûn.

Ji xalên encamnameyê, ji bo avakirina sûriyeke demokrat û adil bipêşxistina rola jin di destûr û siyasetê de, amadekirina peymaneke civakî ya berfereh ku mafên jinên Sûrî garantî bike, federalîzmê bibe projeyek civakî.

Share This Article