Piştî daxuyaniya Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl der barê bidawîbûna amadekariyên vegera karwana duyemîn a koçberên Efrînê, 200 malbatên Efrînî îro di saetên sibehê de berê xwe dan bajarê Efrînê.
BI sedan welatiyên Qamişlo û welatiyên Efrînê yên mayî, ji çerxerêya Yûsif Gilo bi dengê stranên Efrînî û hejandina şaxên zeytûnê xatir ji karwanê xwestin.
