Rojnameya Ronahî weke îro beriya 12 salan li bajarê Helebê dest bi tevgera weşangeriyê kir û ta îroj di oxira ragihandina rastiyê de, weşana xwe didomîne.
Rêvebirên rojnameyê diyar kirin ku ew ê herdem xwedî li dengê gel û heqîqetê derbikevin û rêwîtiya xwe bidomînin.
Di demekê de ku krîza Sûriyê kurtir dibû û dengê gel dihate paşguhkirin, 16`ê Cotmeha 2011`an Rojnameya Ronahî li bajarê Helebê dest bi weşanê kir û daxwazên gel, weke binegah xebatên xwe nas kir.
Rojnameya Ronahî bi derfetên kêm dest bi tevgera weşangeriyê kir û di meydana ragihandinê de serkeftinên mezin bi dest xistin.
Ji rêvebirên rojnameyê Bêrîvan Xelîl behsa xebatên rojnameyê û planên wan ên ji bo demên pêş dike.
Her wiha edîtorê rojnameyê Ebdulrehman Mihemed diyar dike ku ew ê di xeta çapemeniya azad de berdewam bin.
Rojnameya Ronahî 12 salên xwe tijî dike û li gorî rêveberên rojnameyê ew ê di sala xwe ya 13’an de rêwîtiya xwe ya ragihandina dengê azadiyê bidomînin û bizava xwe geştir bikin.
