Li hember hewildanên aliyên derve yên derxistina fitneyê di navbera pêkhate û êlên herêmê de, bi dehan Rûspiyên Êlên Ereb , Kurd û pêkhateyên cuda li gundê Silêmaniyê yê bakurê Hesekê kom bûn û daxuyaniyek dan .
Pêkhateyan di daxuyaniyê de bang li rûspiyên Dêrazorê kirin ku baldar bin û bi planên li dijî ewlehiya herêmê neyên xapandin.
Li hember planên derxistina fitneyê di nava hemû pêkhateyên herêmê de, nexasim piştî ku (QSD) operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li dijî şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên madeyên hişbirê di 27’ê Tebaxê de dest pê kir, bi dehan Rûspiyên Êlên Ereb, Kurd û pêkhateyên cuda li gundê Silêmaniyê yê bakurê Hesekê kom bûn û daxuyaniyek dan.
Di Daxuyaniyê de rûspiyên Ereb û Kurd û nûnerên tevahî pêkhateyên herêma Cizîrê, destnîşan kirin ku QSD, hêza Êlan e û piraniya endamên wê ciwanên Êlên Ereb bi taybet êlên Dêrazorê ne.
Rûspiyên El Cibûr, Begara, Tay, Igêdat, Şerabîn, Şemer, Miamre, Xewatne, Neîm, Sade El Eşraf, Idwan, Hereb, Welade, Mişahde û Cihêş, nûnerên tevahî pêkhateyên Kurd, Êzidî, Suryan û Asûr bang li rûspiyên Dêrazorê kirin ku baldar bin û bi planên li dijî ewlehiya herêmê neyên xapandin.
Êlan careke din bang kirin ku wateya Êl û Qebîle, resenî û aqilmendî ye û divê li ser parastina ewlehiyê û têkbirina planên li dijî Rêveberiya Xweser û vîna gelê herêmê, bibin nimûne.
