FIRNEYA HEYAT A KOBANÊ ROJANE 5 HEZAR TORBEYÊN NAN BERHEM TÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Firneya Heyat ya li bajarê Kobanê ku xebatkarên wê bi temamî jin in, rojane 5 hezar torbeyên nan amade dike.

Xebatkarên firneyê diyar dikin, ew bi karê xwe serbilind in û bi rêka vî karî xizmetê bo civaka xwe pêşkêş dikin.

Firneya Heyat ya li bajarê Kobanê ku xebatkarên wê bi temamî jin in, nan ji bo bajarê Kobanê û karmendên damûdezgehan amade dike.

Nêzîka 10 jinan di firneya Heyat ku bi piştevaniya desteya aborî ya Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, dixebitin.

Firneya Heyat rojane 5 hezar torbeyên nan amade dike.

Xebatkarên firneyê diyar dikin, ew bi karê xwe serbilind in û bi rêka vî karî xizmetê bo civaka xwe pêşkêş dikin.

Firneya Heyat di sala 2017’an de hate avakirin. Bi rêka firneyê hem rêjeya berhemanîna nan zêde dibe û hem jî derfetên kar bo jinan peyda dibin.

Share This Article