Serhildana Jin Jiyan Azadî ku beriya 3 salan bi şehîdxistina keça Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir, li seranserî cîhanê deng veda.
Felsefeya Jin Jiyan Azadî bû bingehê avakirina jiyaneke azad û tovê wekhevî û hilweşandina zilmê bi awayekî qayîm çand.
Berdevka komîteya têkiliyên derve ya Kongra Star Emîne Osê got, serhildana “Jin Jiyan Azadî” wijdanê mirovahiyê hejand.
Her wiha seroka desteya jin a Rêveberiya Xweser Edalet Omer jî diyar kir, serhildana “Jin Jiyan Azadî” planên desthilatdaran têk bir
Serhildana Jin Jiyan Azadî ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya hêz û îlhamê û di wê çarçoveyê de jin berxwedana xwe mezintir bikin.
