ŞÊX Û RÛSPIYÊN HERÊMÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ HERÊMÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

şêx û rûspiyên herêma bakur û rojhilatê sûriyê êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê bi tundî şermezar kirin û tekez kirin ku dagirkerî sûcên şer li ser xaka herêmê pêk tîne.

Her ku diçe dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê zêdetir dike.

dagirkerî di van êrîşan de sivîlan di nav de jin û zarokan her wiha pêşengên şoreşa rojavayê kurdistanê û çavkaniyên jiyanê dike hedef.

şêx û rûspiyên herêmê êrîşên dewleta tirk a dairker şermezar kirin.

Endamê desteya rûsipiyan ya herêma bakur û rojhilatê sûriyê Ibrahîm Gulo diyar kir ku çeteyên dewleta tirk di êrîşên xwe de sûcên şer pêk tîne.

Endamê desteya rûspiyan ê herêma bakur û rojhilatê sûriyê Ferhan hesen jî da zanîn ku dagirkeriya tirk bi êrîşên xwe dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.

ji 27 meha borî ve, taybet piştî hilwişandina rêjîma beis bi pêşengiya beşar esed, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi rengekî hovane êrîşî bajarê minbic, gundewarên kobanê û seranserî herêmê dikin û komkujîyan di derheqê sivîlan de pêk tînin.

Share This Article