Di bin topbaran û bombebaranê de, Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd Û Eşrefiyê hat ba hev û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.
Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan ji endamên meclîsê, saziyên sivîl, partîyên siyasî û Kongra Star, li pêşiya navenda Meclîsa Giştî, hat dayîn
Meclîsê di daxuyaniya xwe de rave kir ku tiştê ku bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin, şerekî ji bo bidawîkirina hebûna civakên ku li her du taxan dijîn e.
Meclîsê piştrast kir ku bêdengiya civaka navneteweyî, wê dike hevkarê kuştin û wêrankirinê, ji ber vê yekê divê deng werin bilindkirin û daxwaza bidawîkirina vê êrîşa hovane were kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, meclîsê tekez kir ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dê ji bo êrîşkaran nebin hedefek hêsan û gelê wê dê weke her car wê biparêze.
