Di çarçoveya benda 6’an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, îro hêzên leşkerî tevî çekên xwe ji her du taxan vekşiyan û ber bi herêma Rojhilatê Firatê ve bi rê ketin.
1’ê Nîsanê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê li ser rewşa her du taxan, peymanek ji 14 bendan îmze kiribûn.
Di çarçoveya peymanê de, duh benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên girêdayî Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.
YPG û YPJ’ê jî îro bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ji taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê vedikişin û mîsyona parastina her du taxan radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin.
