LI ŞEHBAYÊ CEJNA VEJÎNÊ BI COŞEKE GIRSEYÎ HATE PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

bi boneya salvegera 40’enîm a pêngava 15’ê Tebaxê, Li bajarê Şehbayê cejna Vejînê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin, di şahiyê de tekezî li ser şopandina rêya şehîdên nemir ên doza azadiya Kurdistanê hate kirin.

Koçberên Efrînî û xelkên Şehbayê bi şahiyeke girseyî salvegera 40’emîn a pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Şahî di bin dirûşmeya “Bi rihê 15’ê Tebaxê em ê bi Rêber Ocalan re têkoşîn bikin ji bo ku jiyanek azad li Kurdistanê bijîn” hate lidarxistin.

Di şahiyê de li ser navên PYD’ê û Kongra Star axaftin hatin kirin û cejna vejînê hate pîrozkirin.

Beşdarên şahiyê tekez kirin ku, bi saya pêngava 15’ê Tebaxê wan azadî û tevahî mafên xwe bi dest xistin.

Di şahiyê de her du komên Kela Horî, şehîd Mizgîn û hunermed Rêzan Bekir hûnerên xwe pêşkêş kirin û girseyê jî li ber stranan govend gerandin.

Di dawiyê de jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên PYD’ê şanoyek têkildarî şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin, pêşkêş kirin.

Share This Article