Bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo Cenazayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Yaqûb û rêveberê Kompanya Newroz Ebdulselam Mehmûd, li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Yaqûb 31’ê Tebaxê li Dêrazorê û Rêveberê Kompanya Newroz Ebdulselam Mehmûd 2 vê mehê di bombebarana dewleta Tirk a li ser rêya Girgê Legê-Dêrikê de şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên Qamişlo, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de axaftin li ser navên Encumena Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kompanya Newroz hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, hêzên têkder ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser û aramiya herêmê têk bibin, di nava hewldanên qirêj de ne.
Piştre xizmên her du şehîdan jî axivîn û soza berdewamkirina rêya şehîdan piştrast kirin.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazaeyên her du şehîdan di nava tilîlîyên dayîkan de hatin oxirkirin.
