AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO JI GIRINGTIRÎN ENCAMÊN KONGIRA JINÊN CIWAN BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Kongreya 5’emîn a Yekitiya Jinên Ciwan a li Hesekê hate lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Bi diruşma ˊBi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, azad bike Rêbertîˊ Yekitiya Jinên Ciwan Kongreya xwe ya 5ˊemîn bi beşdariya 300 delegeyên ji Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên ji rêxistin û tevgerên jinan li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Di kongreyê de 25 endam ji bo rêvebirina yekitiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Kongre bi gelek encaman bi dawî bû ew jî zêdekirina çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, vekirina dewreyên perwerdê û hişyariyê, belavkirina çanda perwerdê di nava ciwanan de.

Share This Article