Xiristiyanên li bajarê Hesekê cejna Paskalyayê li dêra Meşriq a Asûriyan bi merasîmekê pîroz kirin.
Xiristiyanên li bajarê Hesekê bi boneya cejna Paskalyayê, ji saetên serê sibehê ve berê xwe da dêra Meşriq a Asûriyan a li taxa Til Hecerê.
Di merasîmê de nimêj hat kirin û sirûdên olî hatin xwendin. Di pîrozbahiyê de beşdaran peyam dan ku ev cejn boneyek ji bo pêşxistina nirxên jiyana hevbeş ên di navbera pêkhateyan de ye, her wiha banga belavkirina aştî û aramiyê ye.
