Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de, Koordînasyona Jinan a desteya Şaredariyan li kantona Cizîrê komxebatek bi navê ”Têkoşîna jinên kedkar” û bi dirûşmeya ”Bi Felsefeya jin, jiyan, azadî, xwe biparêzin” lidarxist..
komxebat bi beşdariya endamên jin ên desteya şaredariyan li kantona Cizîrê, hevserokên şaredariyan û Yekîtiya Karkeran, li hola Marbella ya bajarê Hesekê bi rêve çû..
di komxebatê de hevseroka desteya şaredariyên kantona Cizîrê Stêra Murad da xuyakirin ku Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ne tenê rojeke sembolîke, lê banga tekoşîna hevpar e..
di nava komxebatê de mijarê girêdayî Tundiya li Ser Jinê wekî sedem û çareseriyên wê hatin nîqaşkirin, jinan tekez kirin ku dê bi felsefeya ” jin jiyan azadî” xwe azad bikin..
komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû, ji gitîngtirîn encam jî peydakirin derfetên kar ji bo jinan di nava şaredariyan de..
