Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûrî Hemokan û Çîçek Efrîn ên ku di êrîşên hikumeta veguhêz a sûriyê ya li ser herdû taxan de şehîd bûn, bi merasîmek bi heybet oxirkirin û şehîdê HPG’ê Mezlûm Şêrewa bi bîr anîn.
Karwan cenazeyên her dû şehîdan ji Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hilgirtin ser milê xwe û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve bi rê ketin.
Li goristanê merasîm bi torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêkir, piştre li ser navê Meclisa Malbetên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Ol û Baweriyan axaftin hatin kirin.
axêveran tekez kirin ku bi pêkanîna mîsyona xwe bi rêk û pêk xwedî li şehîdên xwe derkevin û berdewamkirina şopa şehîdan nû kirin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya her sê Şehîdan hate xwendin û radestî malbetên wan kirin û herdû şehîd di nava tililiyên dayikan de û bi slogana şehîd namirin spartin axê.
