AKADEMIYA ŞEHÎD VIYAN AMARA JI BO MAMOSTEYAN PERWERDEYEK ÎDYOLOJÎ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Akadêmiya şehîd Viyan Amara ya Kobanê ji bo mamosteyan perwerdeyek îdyolojî vekir.

Li gorî rêveberê Akademiyê di perwerdeyê de waneyên îdeolojî, pedekojî û avakirina kesayetî tên dayîn.

Gotineke girîng heye dibêje: Ji bo avakirina civakeke bi exlaq û zane perwerde girîng e.

Akadêmiya şehîd Viyan Amara ya desteya perwerdê ya Kobanê ji bo mamosteyan perwerdeyek îdyolojî vekir.

67 mamoste ji pêkhateya Ereb û Kurd ji Eyn Îsa, Sirîn û bajarê Kobanê bi armanca bilindkirina asta zanistî tevlî perwerdeyê bûne.

Mamosteyên beşdarên perwerdê bûn e ji ROJAVA Tv re behsa tevlîbûna xwe û girîngiya perwerdeyê dikin.

Her wiha Rêvebirê Akademîya Şehîd Viyan Amara Ehmed Dabo jî diyar kir ku gelek waneyên îdeolojî, pedekojî û avakirina kesayetî tên dayîn.

akadêmiya şehîd Viyan Amara ji bo bilindkirina asta zanistî û îdyolojî li gel mamosteyan perwerdeyek 45 roj girtî da destpêkirin, da ku mamoste nifşekî zana û bi exlaq perwede bikin.

Share This Article