Şanderê Birêtaniya ji bo Sûriyê di serdana xwe ya li bakur û rojhilatî sûriyê tekez kir ku DAIŞ hîna metirsiyê çêdike û divê dewletên hevpeymaniya navdewletî destka xwe ji QSD re zêde bikin.
Îro Şanderê Birêtaniya ji bo Sûriyê Conasan Hargirîfer serdana herêmên bakur û rojhilatî sûriyê kir. Şander ji aliyê hevserokê gerînendeya têkilyên derve ya rêveberiya xweser Bedran çiya kurd ve hate pêşwazî kirin.
Conasan Hargirîfer got ku divê dewletên di nava hevpeymaniyê de û di nav de Birêtaniya desteka xwe ji hêzên sûriyaya demqratîk re dewam bikin, ji ber hîna DAIŞ bi dawî nebûye.
Herdu aliyan dosyeyên mirovî û aborî her wiha êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser bakur û rojhilatî sûriyê nîqaş kirin.
Dîsa Conasan Hargirîfer behsa kampên koçberan ên li bakur û rojhilatî sûriyê kir û got ku bi hezaran koçber di van kampan de hene.
Bi vê yekê ve girêdayî Hargirîfer got ku divê destek zêde bibe û bighêje aliyên aborî û mirovî jî.
Şanderê Birêtaniya ji bo Sûriyê Conasan Hargirîfer got ku divê aloziya sûriyê bi riya biryaya encûmena Ewlekaiyê ya 2254 were çareser kirin û dît ku hikumeta Şamê vê yekê asteng dike.
