Jina ciwan a Efrînî, Fatme Hesen, mînakeke zindî li ser jinên ku li hember zehmetiyên şer serî hildane û bi rêya huner û muzîkê hebûna xwe nîşan dane.
Di vê raporê de, em ê bi hev re jina ciwan û mûzîkjena daholê, Fatima Hesen ya ji bajarê Efrînê, nas bikin.
Huner beşek girîng ji jiyana mirovan e. Ew rêbazek e ji bo derbirîna hest û ramanan e, û bi rêya wê, hunermend dikarin bi cîhanê re têkilî daynin û şopeke dîrokî ya bêhempa bihêlin.
Şêweyê vê gotinê di hunermend û daholjena ciwan Fatme Hesen ya ji Efrîna dagirkirî de tê dîtin, ya ku li dijî adet û kevneşopiyan derket û di tiliyên xwe de hêzek ji hêza şer mezintir ê ku dixwast dengê hunerê vemirîne , keşf kir.
Di hevdîtineke taybet li gel Rojava Tv de, Fatme Hesen behsa jiyana xwe ya hunerî kir û gavên yekem ên li ser vê rêyê anîn ziman.
Fatme Hesen tekez kir ku çand û huner nasnameya gelan e da ku hebûna xwe îspat bikin, ji ber vê yekê divê nifşên pêşerojê huner û mîrata xwe biparêzin.
Hêjayî gotinê ye ku jina ciwan Fatme Hesen, niha cihê xwe di nav Tevgera Hîlala Zêrîn de digre û di hemû çalakiyên ku li Helebê tên lidarxistin, beşdar dibe.
