Navenda Jineolojiyê ya lêkolînan bi merasîmên cuda Nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 3’emîn Salvegera şahadeta wê de li Qamişlo û Kobanê bi bîr anîn.
Di çalakiyan de qala têkoşîn û jiyana şehîd Nagîhan Akarel hate kirin û tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate kirin.
Nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 3’emîn Salvegera şahadeta xwe de hate bibîranîn.
Navenda Jineolojiyê ya lêkolînan bi merasîmekê Şehîd Nagîhan Akarsel li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişlo bi bîr anî.
Di çalakiyê de qala têkoşîn û jiyana şehîd Nagîhan Akarsel hate kirin û tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate kirin.
Her wiha Navendên lêkolînên jineolojî ya Kobanê û Tepqayê jî Şehîd Nagîhan li navenda çand û hûnerê ya Baqî Xido bi çalakiyekê bi bîr anîn.
Di bîranînê de bi dehan endamên sazî û dezgehên jin yên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, mamoste, xwendekarên zanîngehê û tevegerên jinan amade bûn.
Sinivîzyonek li ser jiyana Şehîd hate pêşandan û piştre mûm hatin pêxistin.
Di çalakiyan de tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate kirin.
