ŞÊNIYÊN HELEBÊ SERSAXÎ DAN MALBATÊN ŞEHÎD NÛJAN, ÎNTÎQAM Û DIJWAR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Nûjan Gabar, Întîqam Qendîl û Dijwar Nûrhaq.

Konê sersaxiyê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve li Meydana Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat vedan.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk axaftin hatin kirin û hate gotin, heta dawiyê em ê xwedî li nirxên şehîdan derbikevin.

Piştre beşdaran sersaxî da malbatên şehîd Nûjan Gabar, Întîqam Qendîl û Dijwar Nûrhaq .

Share This Article