Bi armanca sererastkirina rêyan Şaredariya Gel a Qamişlo bi hemahengiya li gel kompaniya Zagros a Asfaltkirina Rêyan ji beriya hefteyekê ve dest bi pêkanîna projeya sererastkirina rêyên li nava Qamişlo kiriye.
Berpirsê Gerînedeya Fenî ya Şaredariya bajarê Qamişlo Ednan Ehmed, got ku rêjeya ji bo sereraskirina rêya ku ji qada Ş”Yûsif Gulo” dirêj dibe ta bendê kontrolê ya “Nematli” hatiye diyarkirin 1000 m3 ye.
Ednan Ehmed da zanîn ku projeya ku hatiye pêkanîn yek ji projeyên Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a Qamişlo ya sala 2024 an e.
li gor Ednan Ehmed Bi dawîkirina pirojeyê dê 45 rojan dewam bike û lêçûna wî jî 32 hezar dolarê Amerîkî ye.
