Pêvajoya pêkanîna ezmûnên refên 9 û 12`an ên materyalên Rêveberiya Xweser û rejîma berê ya Sûriyeyê li parêzgeha Hesekê didomin.
Îro 6 Hezîran bernameya ezmûnên refa 9`an “tenê yê serbest” a materyalên Rêveberiya Xweser dest pê kir, di heman demê de bernameya ezmûnên refa 12`an (giştî û serbest) a materyalên rejîma berê ya Sûriyeyê pêk hat.
Ezmûnên refa 9`an a Rêveberiya Xweser di 6 navendên li bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê pêk tê, hejmara xwendekaran jî hezar û 700 xwendekar in.
Ezmûnên refa 12’an a hikumeta demkî ya Sûriyeyê li 50 navendên li bajarên Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê û Şedadê pêk haa, hejmara xwendekaran jî 12 hezar û 412 xwendekar in, yên beşa pîşeyî jî 546 xwendekar in.
Ji bo ku xwendekar di rewşeke aram de ezmûnên xwe pêk bînin, navendên ku lê ezmûn tên pêşkêşkirin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ve tên parastin.
