Dewleta Tirk a dagirker gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 rojane topbaran dike.
Kamereya Rojava TV bi armanca şopandina rewşa xelkên gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ku ji aliyê dewleta Tirk ve rojane têne topbarankirin serdana gundê Ebû Sira kir û bi xelkên gund re hevdîtin pêk anî.
—-
Gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê bi awayekî rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gundên Dibis, Şergirak, Hoşan, Xalidiyê, Ebû Sira û rêya M4 û kampa Eyn Îsayê jî ziyanên mezin dîtin.
Xelkên Gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ji ber êrîş û topbarana dewleta Tirk bi tirs dijîn.
Xelkên gundê Ebû Sira gotin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk tenê çend mal di gund de mane, rojane êrîş têne kirin.
Welatiyê bi navê Ridwan ku bi xwe ji gundê Ebû Sira ye got: “ ev gund tê naskirin ku di eniya şer de ye, di demên berê de gelek mirov li vî gundî hebûn, piştî şer gelek kes ji gund derketin, di dema niha de ez û 3 malên ji pêkhateya Ereb di gund de dijîn”.
Ridwan her weha anî ziman: “ topbaran çêdibe, carnan top li gundê Hoşan, Dibis û carnan li gundê me jî dikevin, zivistan e ji ber wê em neçar in di malê xwe de bin, em ê bi ku derê ve herin”.
Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Eyûb ji gundê Ebû Sira got: “ ji ber ku em nêzî riya M4 in, gundê Ebû Sira berdewam rastî êrîşan tê. Ji ber topên dewleta Tirk kesek di gund de nemaye, kesên ku mane jî li ser karê xwe ne, nikarin derkevin û dest ji mal û milkên xwe berdin”.
Di sala 2019’an de peymana agirbestê ya di navbera dewleta Tirk-Amerîka û dewleta Tirk-Rûsyayê de pêk hat ku nabe êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk werin.
Ji wê demê ve ev peymana ku navê peymana agirbestê lê hatiye kirin ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin.
Dewleta Tirk ji 19 mijdarê ve jî êrîşên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirine.
